Gelo Velioglu hat kuştin?

Gerînendeyê Ewlehiyê û Serokê Daîra îstixbarat û Terorê yê berê Bulent Orakoglu, li Silivriyê, di bergeha doza Ergenekonê de îfade da, û di îfada xwe de derbarê rêxistin û bi taybet jî rêxistina Hîzbullahê de gotinên balkêş kirin.
Orakoglu îdia kir ku yê di operasyona li Stenbolê di sala 2000 an de hatibû kirin de, yê hate kuştin ne rêberê Hîzbûllahê Huseyin Velioglu bûye. Dibêje ku dema ez Gerînendeyê Ewlehiyê bûme, min bi fermandarekî alaya cendermeyê re xwerin xweriye û li cem wî paşayî min Velioglu dîtiye. Dûra di operasyonê de yê ku hatibû kuştin, ewqas gule berdabûn rûyê wî ku, nedihat naskirin û dîsa du kesên din yên di operasyonê de hatibûnkuştin, li ser rûyê wan çixîzek jî tinebû.
Bulent Oragoglu di îfada xwe de li ser rêxistina Hîzbullahê disekine û dibêje ku min li ser Hîzbullahê lêkolîn kir, ez gihîştme ev têgehê ku, rêxistina Hîzbullahê ji aliyê navendekê ve hatiye avakirin û bikaranîn.
Di heman îfade dayinê de Orakoglu dibêje ku, kuştina rojnamevan Ugur Mumcu û Çetin Emeç jî ji aliyên dewleta kûr ve hatiye kirin. Orakoglu, “dosyeke ku agahiyên grîng tê de hebûn bi Ugur Mumcu re şandin. Mumcu hewl da ku bi Turgut Ozal re were ba hev lê nikaribû xwe bigihînê. Dûra berî xwe de General Eşref Bîtlîs. Piştî hevdîtina bi Eşref Paşa re, roja din sibê hate qetilkirin. Tê zanîn dûra Eşref Bîtlîs ji bi mirineke gûman jiyanan xwe wenda kir. Tê gotin ku dîsa dosyeke bi vî awayî bi Çetin emeç re jî hatibû şandin.”