Polîtîk
Çavdêrên NYê qetlîama Hulayê teyîd kirin
Li Suriyê, kela muxalifan li Humusê li navçeya Hulayê, ji aliyê artêşa Suriyê ve jê 32 zarok 92 kes hatin kuştin. Li ser nûçeyên pevçûnan, çavdêrên Neteweyên Yekbûyî çûne navçeya Hulayê û qetlîam bi çavên xwe dîtin.
Rayedarên NYê eşkere kirin ku 92 cesed dîtine. Jê 32 cesedên zarokan bûne û pirraniyên zarokan hîn salên wan di bin 10 an de bûne. Ev êrîşa dawîn, nîşan dide ku Suriye ber bi şerekî navxweyî ve diçe. Piştî qetlîama Hulayê, ji Artêşa Suriya Azad daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew ê hîn zêde bi plana Annan ve girêdayî nemînin û dibêjin, “Konseya Ewlehiyê a Neteweyên
Yekbûyî ji bo sivîl bêne parastin pêwiste gavên lezgîn biavêje, ku neavêje plana Annan wê biçe dojehê.”


