Cîhan

Parlamentoya Macaristanê endametiya Swêdê ya NATOyê pejirand

Parlamentoya Macarîstanê demek dirêj e li dijî endametiya Swêd a NATOyê derdiket û helwesta xwe li gor helwesta Tirkiyê dimeşand.

Piştî ku Erdogan û Tirkiyê endametiya NATOyê pejirand, Macaristanê jî bi şertê ku Swêd balafirên şer bifroşe wan, endametiya wê pejirand.

Di dengdana Parlamentoya Macaristanê de bi 188 dengan endametiya Swêd ya NATOyê hat pejirandin. Bi vî awayî Swêd bû 32.emîn welatê endamên NATO yê.

Piştî biryara Macaristanê, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li ser platforma medya civakî X kêfxweşiya xwe anî zimên û got: “Îro rojek dîrokî ye. Swêd amade ye ku berpirsyariya xwe ya ewlekariya Euro-Atlantîkê bigire ser milê xwe”.

Back to top button