Cîhan

Parlamentoya Ewropayê têkiliyên xwe Îranê re rawestand

Parlamentoya Ewropayê (YE) têkiliyên xwe yên bi Îranê re rawestan û bang li Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li ser xwepêşanderên girtî yên li Îranê demildest rawestînin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola rûniştina giştî ya 21 Mijdarê li Strasboûrgê gotarek pêşkêş kir û tê de bang li Îran û Tirkiyê kir.

Roberta Metsola bang li rayedarên Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li ser xwepêşandanên girtî yên li Îranê ji niha û pî ve rawestînin.

Metsola sizayên nû yên Yekîtiya Ewropayê bi erênî pêşwazî kir û diyar kir ku “li hember sepandina cezayên Îranê yên li ser parlamenterên PEyê, heta daxuyaniyeke din rasterast di navbera Parlamentoyê û hevtayên wê yên fermî yên Îranê de têkilî çênabin.”

Li aliyê din Seroka Parlementoya Ewropayê Metsola diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojava bûne sedema xwînrijandina zêdetir û ji Tirkiyeyê xwest ku rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire.

Metsola got “Em bang li rayedarên Tirk dikin ku bi hûrgulî tevbigerin û rêzê li qanûn û pîvanên navneteweyî bigirin.”

Back to top button