Dibe ku HDP ji bo serokkomariya Tirkiye jinekî bike berbijêr!

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, diyar kir ku partiya wan ji bo hilbijartinên Serokkomariyê dest bi lêkolînê kirine ku di nava xwe de berbijêrekî destnîşan bikinTemellî dibêje:,”Îro bijardeya diyarkirina namzetê xwe weke bijardeyeke xurt li ser maseyê ye.”
Li Tirkiye ji bo berbijêrên serokkomariyê gotubêjek berfireh heye. Tenê heta vê gave serokkomarê niha Tayib Erdogan berbijêriya xwe eşkere kiriye. Maseyê 6 kolî heta vê gave nekariye berbijêrekî diyar bikin, ji ber ku li hev nakin. Ew ihtimalekî didin ku di tura ewil de her partiyek berbijêrê xwe derêxê û tura duyemde hemî pişgiriyê bidin kesê li himber Erdogan. Lê tu cara ne diyare gelo ka tura duyem çêdibe yan na. Mimkine her tişt di tura yekem de jî çareser bibe.
HDP heta niha li gel hevalên xwe yên çepên Tirk tu biryar nedaye. Lê parlementerê Wanê Sezai Temellî da xûyakirin ku, HDP ji bo serokkomariyê berbijêrekî di nava xwe de destnîşan bike dest lêkolînekî kiriye. Di vê derbarê de Temellî dibêje: “Nabe HDP ku yek ji navendên herî girîng ên hêza siyasî ya Tirkiyeyê ye, di rewşeke bi vî rengî de xemsar bimîne û nikaribe ji pêvajoyê re çareseriyê derxe holê. Di qonaxa ku îro gihîştiye de, fikra ku em berbijerekî ji nava xwe destnîşan bikin veca tê gotubûj kirin.
Temelî di gotina xwe de dibêje:“ Di hilbijartinên Serokkomariyê de heta niha me gelek bijarde nirxandine. Bi taybetî di daxuyaniyên raya giştî de me got ku em ê weke HDP’ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin namzetekî ku hêzên demokratikên Tirkiye bi hevre destnîşan bikin. Ji ber ku ev pirs mijara demokratîkbûna Tirkiye ye. Mesele çareserkirina krîzên li Tirkiyeyê ye..“
Berdewamiya axavtina xwe de Temellî dibêje ku, ihtimala ew jinekî bikin berbijêrê serokkomariyê gelek e. Temelî dibêje: Ji ber ku em partiyek a jinan e. Dema di nava HDPê de behsa berbijêriya jinekî bê kirin, ihtimala mezin dê Îmralî biryar bide. Ew jî dibê Buldan ..
Bê guman HDP jî wek her partiyeka Tirkiye xwedî mafe ku ji bo serokkomariyê berbijêrekî destnîşan bike. Lê pirs ewe ku, di HDPê de ew îrade heye ku berbijêrekî bi xwe destnîşan bike. Cihê biryara HDPê ne nawenda HDPê bi xwe ye. Nawenda biryara HDPê Qendil e. Temellî û hevalên wî û berpirsên HDPê tenê tişta ku ji wan re tê gotin dibêjin.
Eger hatu HDP berbijêrek destnîşan kir, ev ji bo Erdogan baş dibe û heta wek pişgiriyekî ji bo Erdoga tê pejirandin. Eger HDP li gel 6 koliyê li ser berbijêrekî li hevbike, ihtimala ku tura yekem de berbijêrê wan ê havbeş serbikeve gelek e. Lê HDP berbijêrê xwe derxê destê Erdogan di hilbijartina serokkomariyê de bi hêz dibe.
Gotubêjên hilbijartina rojane dikare rota xwe biguherê. Lê mijara ku eşkere tê xuyakirin, her aliyekî çavê xwe berdaye dengên HDPê. Biryara helwesta HDPê jî li Îmralî yan jî Qendilê. Li gel Îmralî hevditin têne kirin, heta tê îdia kirin ku, li gel Qendil jî di vê derbarê de hevdîtinek pêkhatiye û daxwaza Îmralî gihandine Qendil.
Berê peyamên Ocalan bi rêya HDPê û berpirsên MITê digihan Qendil. Lê niha desthilat baweriya xwe gelekî li HDPê nayne û destê yekem de peyamên Ocalan dighîne Qendil.
Nûçe/Analîz