Polîtîk

Parlamento amadeye bi xwenîşanderan re diyalog bike

Berdevka Civata Demî ya meydana Azadiyê ya li Silêmaniyê Nasik Qadir aşkere kir ku Parlamentoya Kurdistanê , bi resmî ew vexwendine parlamentoyê.

Nasik Qadir ji AKnewsê re got: “Parlamentoya Kurdistanê dawetnameyeke resmî ji mer e şandiye  û daxwaz ji me kiriye ku yekşema dahatî bi armanca gotûbêjkirina xalên bingehîn û ajandaya ku me daye wan, di parlamentoya Kurdistanê de amade bibin.”

Qadir di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em niha gotûbêjê li ser wê çendê dikin ku gelo em vexwendinê qebûl bikin an na. Emê paşî bi resmî bersivan wan bidin. Dibe ku em çend xalan pêşkêş bikin daku bizanin ka ew li ser çi dibêjin û emê paşî jî biryara xwe ya dawîn bidin.”

Di civîna roja pênşema borî ya parlamentoyê de gotûbêj li ser rapora komîsyona taybet bi lipeyçûn û guhdarîkirina daxwazên xwepêşanderan û mekanîzmeya bicihanîna biryara 17 xalîya parlamentoyê hate kirin.

Hêjayê gotinê ye Mesûd Barzanî di mesaja xwe ya cejna Newrozê de ji xelkê Kurdistanê re got.: ”3-4 mehên din, hûnê bi çavê xwe bibînin dê li herêmê, reform di sîstema îdar û hizbî de bê kirin.”

Back to top button