Civak

Cewher Namiq çû ser dilovaniya xwe

Cewher Namiq Salîm, serokê yekem yê parlementoya herêma Kurdistanê û sekreterê berê yê mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe.

Cewher Namiq Salîm şevîdin li paytextê Swêd li Stockholmê di nexweşxanê de encama nexweşîyekî dirêj jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniya xwe.
Eve demek bû Cevher Namik Salîm, ji ber nexweşiyek dijwar li Stockholmê nexweşxanê de bû. Xebat û tekoşîna Cevher Namik Salîm ya bi dehên salan tu cara nayê ji bîrkirin.

Bila rehma xwedê lê be û cihê wî biheşt be. Herweha serê malbata wî, dost û hogirên wî û serê miletê kurd sax be.

Xwdêjêrazî li sala 1946ê li devera Berlutî ser bi bajarokê Kelarê jidaîkbûye. Kolêja zanistên abûrî li zanîngeha Mustensirye li Bexdayê timam kiriye. Her  di jiyê xurtîniyê de peywendî bi rêxistinên PDK kiriye. Sala 1975 di dema serkirdateytiya demkî de (Qiyade Muweqte) berpirsê devera Behdînan bû. Di kongreya sala 1979ê weke endamê polîtburoya PDK hat hibijartin. Sala 1991ê berpirsê Bereyê Kurdistanî yê wîlayeta Kerkûkê bû. sala 1992 weke yekemîn serokê parlamentoya Kurdistanê hat hilbijartin. Sala 2000-2003 sekreterê polîtburoya KDP bû.

Back to top button