Cîhan

Êrîşê Ban Ki Mun kirin

Êrîşa ku welatên hevpeyman li dijê Lîbyayê destpêkirî  berdewam e. Tê gotin ku armancek ji vê êrîşê kuştina Kadafî bi xwe ye. Şevîdin paytextê Libya Trablus di bin agirê balefirên cengî de ma. Li gora nûçeyan di van êrîşan de heza ran xelkê sivî tê kuştin.

Welatên Ewropî û hinek welatên din li ser êrîşên hevpeymanan li hev nakin. Rusya bi tundî ev êrîş rexne kirin. Helwesta welatên Ereban di van êrîşan de balkêşe. Yekitiya Ereban di destpêkê de piştgiriyek mezin dan êrîşa li ser Libya.Lê piştî êrîşan destpêkir di nav wan de jî nexweçşyê dest pêkir.
Heta niha Tirkiye bersiva daxwaziyên Natoyê nedaye.Îro dê rewşa Tirkiye di derbarê êrîşên Libyayê de bi awayek fermî eşkere bibe.

Dema yekitiya welatên Ereban li Kahîre civiyan serokê NY Ban Ki Mun serdana Misrê kir. Li Misrê hinek ji Libyayê êrîşê serokê NY kirin û ew protesto kirin. Polisan bi zorê serokê NY ji destê xwepêşandaran xilas kir.

Back to top button