Barzanî: Kak Cewher hevalekê min yê rêya tekoşînê bû
bi minasebeta wefatkirna pêşmerge û kesatiyê naskiriyê kurd Cewher Namiq, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê ji malbat, heval, dost û gelê Kurdistanê re şand. Ev li jêr teksta serokê Kurdistanê ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan.
Bi dilekê pir xem û kovan, îro nûçeya wefatkirina birayekê ezîz, xweştivî, têkoşer û pêşmergeyê naskiriyê gelê me, kak Cewher Namiq gihişte min û ji kûratiya dil ez hijandim.
Kak Cewher hevalekê min yê rêya tekoşînê bû, em hertim weke bira bûn, yek senger em komdikirin, çi di warê hizbî de, çi di warê pêşmergatiyê de û çi jî li dervey wan karan de. Ew hertim cîyê rêz û hurmeta min û hevalên wî bû.
Rola kak Cewher di dema serkirdayetiya demkî (qiyade muweqete) de tu carî nayê jibîr kirin, ew mêrê rojên dijwar bû, ji berhindê jidestdana wî ne bi tenê ji bo min, lê ji bo tevaya gelê me xisareteke mezin e.
Bi vê minasebeta xemgîn, sersaxiyê li xwe, li malbata birêza xwedêjêrazî û tevaya havalên wî tekoşerê mezin dikem. Ji Xwedayê mezin dixazim ku sebir û tehemilê bide me hemû aliyan û canê xwedêjêrazî jî li beheştê şad biek.
Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
22adara 2011ê