Parlamenterê Ereb: Serok Barzanî qebûl nekir ku yek ereb bibe parêzgarê Kerkûkê
Parlamentoya Iraqê zanyariyên nû derbarê rêkeftina pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê aşkere kir û ragihand, Serok Barzanî razî nebû dema yekem a parêzgariya Kerkûkê ji bo Ereban were kirin.
Parlementerê Kerkûkê yê parlemntoya Iraqê Mihemed Hemdanî , roja 4ê Tebaxê civîna Ereb û Tirkmana li Baregehê Barzanî de li gel serok Barzanî kirîn de beşdar bû. Hamdanî di daxûyaniyekî de dibêje: Me wek Ereb daxwaz ji Barzanî kir ku, yekem parêzgerê Kerkûkê bila ereb be.
Hamdanî dibêje: Lê Barzanî ev qebûl nekir û dema bersiva daxwaziya me dayî got:” Kurd li Kerkûkê 7 kursî hene, ne tenê du kursiyên PDKê ne, lewma em yekem dewra parêzgariyê ji bo Ereban qebûl nakin.”
Serok Barzanî ji wan re gotiye, em tekez dikin ku yekem dewra parêzgariya Kerkûkê ji Kurdan re were eşkerekirin.