Civak

Parêzgerê nû yê Hewlêrê sonda yasayî xwar


Piştî derçûna fermana Herêmî ya ji bo destbikarbûna parêzgerê nû yê Hewlêrê, berî nîvroya îro dûşem 16/09/2019 li rêwresmek da li ber birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Ferset Sofî wekî parêzgerê nû yê Hewlêrê sonda yasayî xwar.

Li rêwresmê da ku birêz Rêber Ehmed Wezîrê Navxo amade bû, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna li birêz Ferset Sofî kir û hêviya serkeftina ji bo wî xwest. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo kar û xizmetên birêz Newzad Hadî parêzgerê berê yê Hewlêrê derbirî.

Back to top button