Parêzgerê Nînowa: Em qerzdarê Pêşmerge ne
Îro şemî 10.10.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Parêzgerê Nû û Serok û şandekî Encûmena Parêzgeha Nînowa(Musil) kir.Li hevdîtinê de ku rêzdar Kerîm Şingalî Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, di destpêkê de birêz Nufil El’rikub Parêzgerê Nû yê Nînowa ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku gelek mebesta wî hebûye serdana Serokê Herêma Kurdistanê bike heta ji bilî tekez kirina li hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û îdareya Parêzgeha Nînowa, gûh li bîr û û têbîniyên Serok Barzanî bigre.Şanda mîhvan carekî din bi navê xwe û runiştvanên Parêzgeha Nînowa ji bo cangorî û azayetiya wan ya li derxistina terorîstan pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Her wiha pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên şehîdan kirin ku bi xwîna xwe şikest bi Da’îş anîne û ragihand ku ew qerzdarên Pêşmergene û tu demekî azayetiya Pêşmerge nayê ji bîr kirin. Ji bo himbêz girtin û yarmetîdana koçberan jî spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û tekez kirin ku heta hetayê xwe bi qerzdarê Hikûmet û xelkê Kurdistanê dizanin û hîç kes û aliyek nikarê pêkvejiyana di navbera pêkhatên Parêzgeha Nînowa têk bide.Li mijareke din de, Nufil El’rikub Parêzgerê Nû û Beşar Kîkî Serokê Encûmena Parêzgeha Nînowa bi kurtî ji kêşe û astengiyên li navbera îdareya Nînowa û Bexda û rewşa runiştvanên navçeyê li bin desthilata Da’îş û kêşeya koçberan, pêşkêşî Serok Barzanî kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku li palpiştîkirina hemû pêkhatan berdewam bibê.Li beranber da birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û pîrozbahiyê li Parêzgerê nû yê Nînowa kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Serok Barzanî kurtî di derbarê destpêka êrîşa rêxistina terorîstî ya Da’îş behs kirin û balkişandin li ser wê yekê ku pêwîste hemû aliyek şiyanên xwe yek bixin û rê nedin merama terorîstan ya ji bo têkdana pêkvejiyana pêkhatên cûda cûdayên wê parêzgehê pêkbê û divê derxistina terorîstan ewlewiyeta me hemûyan bê.Serok Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bilî wê bargiranî û qeyrana aboriya ku heye lê belê li gor şiyanê palpiştiyê li îdareya Parêzgeha Nînowa dike. Di derbarê jiyana koçberan jî Serok Barzanî got: Çareserkirina bingehîn pêkhatiye ji rizgar kirina navçeyên wan û vegerana koçber û lêqewimiyan li ser mal û warên xwe. Her wiha tekez jî kir ku piştî derxistina Da’îş divê zêdetir bingehên pêkvejiyanê bêne bihêz kirin û nabê rê bidin şerê Da’îş bibê sedemek ji bo dirustkirina gengeşeya neteweyî.