Parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin lê alozî berdewam e..
Endamê Encûme Parêzgeriya Kerkûkê yê YNKyê Rêbiwar Taha wekî parêzgarê Kerkûkê hat hilbijartin.
Eve 8 mehbûn ku, hilbijartinên meclisa bajarvaniya hatîn kirin. Lê ji bo nakokiyên heyî meclisa bajarvaniya kerkûkê nikariya parêzgar di nav xwe de hilbijêrê.
Şevîdin ne li Kerkûkê lê li Baxdayê di Otêla Rêşîd de 9 endamên Meclisa bajarê kerkûkê civiyan û di nav xwe de Rêbiwar Taha ku endamê YNKê ye wek parêzgar hilbijart.
Di civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 5 endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), endamekî Xiristiyanan û 3 endamên Ereb beşdar bûn.
Du endamên PDKê, her du endamên Eniya Tirkmenan û hinek endamên Ereb beşdarî civîna şevîdin nebûn. 16 endamên Meclisa bajarvaniya Kerkûkê hene.
Ev yek jî delil ke civîn û hilbijartin ne hemahengiya tevahiya aliyan pêkhatiye. Ji bo vê yekê jî rewşa kerkûkê û aloziyên heyîn dixweyê dp her berdewam bin.