CivakRojev

Parêzgarê Hewlêrê daxwaza geştên rasterast di navbera Hewlêr-Amedê de kir

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ku ji bo beşdarîkirin di pêşangeheke navdewletî de serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kiriye, di gotarekê de li Amedê daxwaza destpêkirina geştên rasterast ên esmanî di navbra Hewlêr-Amedê de kir

Omêd Xoşnaw di pêşangehê de gotarek pêşkêş kir û daxwaz ji Parêzgarê Amedê kir ku ji bo pêşxistina têkiliyan geştên esmanî yên rasterast di navbera Hewlêr-Amedê de bên destpêkirin.

Xoşnaw got: “Ez li vir derfet dibînim ku daxwaz ji birêz Parêzgarê Amedê bikin ku geştên rasterats di navbera Amed-Hewlêr dest pê bike û em wek Hewlêrê û wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ne ku geştên rasterast destpê bike û dibe hokareke giring a bihêztirbûna peywendiyan û pêşvebirina karûbarên bazirganiyê di navbera herdu welatan de û di warê geştyariyê de jî tekez hemwelatiyên me herdu aliyan dê bêtir sûdê jê bibînin, lewra em amade ne li ser vê mijarê gotûbêjê destpê bikin ku geşta rasterast a Hewlêr-Amed destpê bike.”

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi piştgiriya berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo kar û xebatên kompaniyên Tirkiyê ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê kir û got, “Em daxwaz ji weberhênerên Tirkiyê dikin ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.”

Omêd Xoşnaw diyar kir, tevî xirabiya rewşê û krîzan derfet ji bo pêşxistina weberhênanê li Herêma Kurdistanê gelek in û daxwaza pêşxistina peywendiyan li gel Tirkiyê kir.

Back to top button