
Serok Barzanî di peyamekê de, koçkirina Wezîra Derve ya berê ya Amerîkayê Madeleine Albright ji bo xwe weke wendahiyeke mezin nirxand.
Serok Barzanî li ser tora civakî ya Twitterê belav kir: “Koça dawiyê ya Madeleine Albright ji bo min xisareteke mezin e, em bi dehan salan dostên hev bûn. Sersaxiya xwe bi hikûmeta Amerîka û malbata wê re radigihînim.”
Madeleine Albright, yekem jina ku Wezareta Derve ya Amerîka girt û yek ji kesayetiyên siyasî yên herî bibandor di serdema xwe de bû, duhî ji ber nexweşiya penceşêrê di 84 saliya xwe de koça dawiyê kir.
Albright di serdema Serok Bill Clinton de di navbera salên 1997 û 2001ê de posta Wezareta Derve girtibû û di heman demê de balyoza welatê xwe li Netewên Yekgirtî bû.