Parêzerê Kurd raserî êrîşa çekdarî hat

Parêzerê Kurd Sohrab Rehmetî yê ji Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê raserî êrişek çekdarî hat.
Hat ragihandin ku parêzerê Kurd Sohra Esedullah Rehmetî yê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) li Hewlêrê li ber deriyê mala xwe raserî êrîşek çekdarî hatiye.
Parêzerê Kurd ku ev 15 sal in li Hewlêrê dijî, endamê Yekîtiya Parêzerên Kurdistanê ye. “Ew salek dihat tehdîtkirin.”
Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Îranê (PDK-Î) Amanc Zibayî di daxuyaniyekê de ragihand û got ku “Sohrab endamê PDK-Î ye”.
Li gor agahiyan Rehmetî berê jî gefên kuştinê xwaribû. Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistanê – Îranê (PDK-Î) Amanc Zibayî di vê derbarê de got: “Ev salek bû gef lê dihat xwarin. Em texmîn dikin ew kesên ku gefan dixwin ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tên destekkirin“. Zibayî ragihand ku rewşa tenduristiya Rehmetî baş e.