Li Almanyayê “Festîvala Kurdistanê” tê lidarxistin

Di çalakiya “Festival Kurdistan” de, ku hunermendên wek Aynur Dogan, Kayhan Kalhor, Metîn Kemal Kahraman, Seîdê Goyî beşdar bibin, fîlmê Bahman Ghobadî jî tê nîşandan.
Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê wê bi beşdariya gelek hunermendan çalakiya “Festîvala Kurdistanê” bê lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê HamburgMusic ve tê organîzekirin wê vê êvarê li Elb Philharmonie, ku yek ji salona konserê ya pêşeng a Hamburgê ye, dest pê bike.
Di bernameya vê êvarê ya “Festîval Kurdistan” de, ku wê heta 19ê Mijdarê berdewam bike, Koma Kurdophone ya ku ji aliyê hunermendên Rojhilatê Kurdistanê koma Kurdophone, Aynur Dogan û Kayhan Kalhor Ensemble Resonanz derkeve ser dikê.
Di 18ê Mijdarê de Koma Danûk a ku ji aliyê hunermendên Rojava Erdal Erzîncan û Kayhan Kalhor ve hatiye avakirin wê konserekê bide.
Di roja dawî ya Festîvalê de, ku 19ê Mijdarê ye, Seîdê Goyî û Sarya Ertaş wê berhemên dengbêjiyê pêşkêş bikin.
Çalakiya ku wê bi konserên Alî Dogan Gonûltûş Trio, Maviş Guneşer Trio û Ahmet Aslan berdewam bike, wê bi konserên Emre Gultekîn û Vardan Hovanissian, Astare Artner û Metîn Kemal Kahraman bi dawî bibe.
Fîlmê Bahman Ghobadî ya bi navê “Nîv Heyv” wê di bernameya “Festîval Kurdistan” de bê nîşandan. Her wiha Dr. Martin Greve wê li ser Mûzîka Dêrsimê pêşkêşiyê bike.