Nivîsar

Parastina pêvajoyê girîng e

Li Tirkiye piştî referandumê rojeva siyasî hate guhertin. Taybetî li ser daxwaziya Ocalan dirêjkirina agirbestê ji aliyê PKK-ê ve, ew tirs û tundiya heyî bi awayekî ji hole rakir û hindik bê jî ji bo aşitiyê hêviyek peyda bû. Di vê qonaxê de ya herî girîng ewe ku, ev prosesa destpêkirî bête parastin. Dixweyê parastina vê  prosesê dê gelekî ne hesanîbe.

Wek gelek caran hatî gotin dezgehên tarî ji bo vê prosesê têk bidin tişta ku bête mile wan wê bikin. Cardin wê dest provakasyona bikin, taybetî leşker dê bixwazin bi berdewambûna operasyona vê pêvajoyê tehrîb bikin. Di nav PKK-ê de jî meyla ku dixwazê şer berdewam be, wê bi awayekî provaksayonên dezgehên tarî bikin sedem û agirbestê têk bidin. Dema ev tiş bêne kirin cardin wê tundî û tujî bikeve di rojeva siyasî de.

Ji berî çend rojekî li bajarê Rihayê hinek kes bi nave KCK-ê hatin girtin. Di rastiya xwe de dive hukumet bizanibe ev bûyerên bi vî awayî tu feydê nade vê prosesa ku hêviyek peyda kirî. Hukumet di hinek beyanên xwe de vê bûyerê wek karê dadgehî dide nîşandan, lê tê zanîn ku rewşa dadgehan li Tirkiye çewene. Divê hukumet rê nedê van bûyerên provakatîf.

Li Tirkiye heta 9-10 meha hilbijartinên parlementoyê çêdibin. Ji bo Ak-Partî cardin bi piranî were ser hukum  di nav xebatekî de ye. Hilbijartinên pêşîya me de gelek tişt dikare bête guhertin. Partiyek wek MHP-ê ihtimale ku, barajê derbas neke û nekeve parlementoyê. CHP dît ku rêvebirina siyaseta parastina statukoyê tenê zererê dide wan û niha ji bo guhertina di nvxwe de, di nav hewldanekî de ne. Di hilbijartinan de eger kurd bikaribin platformek hevbeş pêkbînin û bikevin hilbijartina dê hêjmara parlementerên kurd gelektir be. Li gora pisporên siyasî û civakî Ak-Partî bi serê xwe nikaribe piraniya parlementoyê destbêxe jî wê cardin partiya herî mezin be.

Heta hilbijartina dê hukumet hinek gavan bavêje. Ji bo desturê serokwezîr da kifşkirin ku, piştî hilbijartinan dê desturek nû bînin rojeva parlementoyê. Lê di vê dema heta hilbijartinan wê hinek qanûnek ku Yekitiya Ewropa re biguncin amade dikin. Ji hemiyê giringtir heta hilbijartina rewşek bê şer û operasyon li Kurdistanê hebê û hukumet di derbarê pirsa kurd de hinek gavan bavêje wê piştî hilbijartinên sala 2011-ê gelek tişt bêne guhertin.

Li Tirkiye guhertina sistemê bi xwe jî tê gengeşekirin. Ihtimala ku piştî hilbijartinên 2011-ê, du salan Erdogan bibe serokkomar geleke. Dê cara yekem bê ku serokkomar ji aliyê xelkê ve bête hilbijartin. Bê goman Erdogan ji berî hilbijartinan wê desthilatdariya serokkomar berfireh bike. Herweha Tirkiye,  ji sistema parlementerî dê awayekî derbasî sistema serokatiyê bibe. Eger bi temamî ne sistemek wek Amerîka be jî dê nezikî sistema Fransayê be.

Niha di rojeva Tirkiye de ev tişt têne gengeşekirin û di van derbara de proje têne amade kirin. Bê goman ji bo kurdan ya herî girîng ewe ku di van guhertinan de dî cihê çareseriya pirsa kurd çibe. Kurd jî divê li gora berjewendiyên xwe yên netewayetî guhertina binirxînin û li gora wê jî bibin xwedî helwest.

5.10.2010
Dara Bilek

Back to top button