Cîhan

5 endamên El-Qaideyê yên tirk ji aliyê CIA ve hatin kuştin

Doh şev ji aliyê balafirên bêînsan ê CIA ve êrîşek li ser xaniyekî hate kirin û têde 5 tirkên hemwelatiyên alman hatine kuştin û 3 tirkmen jî brîndar bûn. Bûyer li bajarê Mîraliyê  li ser sînora Pakîstan û Afganîstenê qewimiye.

Li gor nûçeya Associtated Press ( AP ) bûyer ji aliyê Navenda Teşkîlata Xeber Stendina Amerîka ( CIA ) ve hate kirin.

Li Peşaverê maqamên ewlekarên mahallî da zanîn ku balafirên CIA ê li bakurê Vezîrîstanê û li herêma aşîretan ji bo endamên El-Qadiyê operasyonek lidarxist .

Berpirsyarên îstîxbarata Pakîstanî  di derhaqa miriyan de da zanîn ku ew kesên ku hatin kuştin ji bo perwerdehiya terorê li herêmê bûn.

Ji bo kirêkirina xaniyê endamê Talîban yê bi navê Şer Mulla Xan di 21ê Pûşperê de hatîbû girtin. Piştî girtina wî di encama lêpirsinê de cihê wan hatibû tespîtkirin.

Hate îdîa kirin ku grubekî hatin kuştin di rojên dawiyê de daxwaza êrîşên terorî li ser  Îngîlîstan, Fransa û Almanyayê dikirin.

Back to top button