Civak

Di destê zarokan de bombe teqiya

Li navçeya Şirnexê Basa (guclukonak ) ji ber teqîna bombeyê  2 zarok bi awayekî giran brîndar bû zarokek jî jiyana xwe ji dest da.

Bûyer bi danê êvarê seat di 18:30ê de qewimiye. Li navçeya Şirnexê Basa li gundê Sewadî 2 zarok li nêzîkê gûndê xwe alavekî dîtin û piştî lîstinê  alav di destê wan de teqiya.

Di encamê teqînê de zarokê Kurd yê bi navê Emre di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da hevalê wî yê İlhan jî bi awayekî giran brîndar bû. Piştî dengê teqînê gundiyên Sewadî  her du zarokê rakirin nexweşxaneya Dewletê   ya liBasa.

Piştî bûyerê berpirsyarên jandarmayê tirk hatin cihê bûyerê û destpê lêpirsinê kirin.

Back to top button