Dosya

Li Riha û li Semsûrê erdhêj

Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogaziçiyê û Navenda Şopandina Erdhejê ya Neteweyî ya Enstîtuya Lêkolîna Erdhejan, li navçeya Riha Curnê Reşê bi hêza 2.9 û li navçeya Semsûr Behîştiyê de jî bi hêza 2.7 erdhêj pêk hatiye.

Erdhêjên ku qewimiye di seat 14 :35ê de di  bin erdê 5 kilometreyê de pêk hatine û piştî erdhêjê xelk bi demekî kurt panîk kirine.

Erdhêjên ku pêk hatin li navçeyên Heweng , Sewreg , Serê Golan jî hatiye hîskirin. Berpisyarên her du bajêr piştî lêkolînê daxuyakirin ku ti zirarê maddî û canî çênebûye.

Li Elezîzê jî di erdheja 8’ê adarê ya bi hêza 6.0 de 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 100 kes jî birîndar bûbûn.

Back to top button