Ji bo Kurdan di meydana xebatê de

Weshaneke nuh ji Enstituya Kurdî ya Brukselê
In de Bres voor de Koerden
(Ji bo Kurdan di meydana xebatê de)
Nivîskar: Marlies Casier, ziman: Holandî

Hun dikarin vê pirtûkê daxwaz bikin. 17 € li ser hesabê Enstituya Kurdî ya Brukselê: IBAN BE 36 001-2068530-81 razînin, ‘In de Bres voor de Koerden’ û navnîshana xwe di besha agahdarî de binivîsin. Pirtûk li ser navnîshana we tê shandin
 
Chend siyasetmedarên Flaman di salên 60 de dest bi nasîna pirsgirêka Kurdan kir. Ev mijara ku çend kes pê dirabûn çil sal pash re ne tishtekî nenaskirî ye. Keda gelek siyasetmedarên Flaman di vê yekê de mezin e. Pirsgirêka Kurdan li Beljîka êdî ne ‘serê min jê çi diêshê’ ye.

Bi teybetî pash bomberanên gazê li ser Helebce û derdorê wê û bi sedhezaran penaberên ku di shertên giran de li hawîrdor belavbûn. Ji wan penaberan beshek jî xwe gihandin Ewropa.

Rojhilatê Kurdistan û Rojava/bashûrê Kurdistan demên zor jiyan. Her roja diçe zêdetir penaber têne ber bi Ewropa de.
Ewropiyan Kurd û pirsgirêka wan roj bi roj rû bi rû didît.

In de Bres voor de Koerden (Ji bo Kurdan di meydana xebatê de) li ser xebat, çalakî, peywendî û mafên bingehîn ji bo Kurdan ji aliyê siyasemedarên Flaman hatiye nivîsîn.

Bi rêya hevpeyvîn bi kesên ev xebat kiriye, amanca wan, peywendiyên wan bi rayedarên Ewropî, Turkiyê, Iraq, Îran, Suriye, welatên din û bi Kurdan re, li ser esasê dokumentên wan di vî warî de hatiye nivîsîn. Wan ji bo vê xebatê çi kiriye, çawa kar domandine, çi jiyane, çi hundakirine û çi bidestxistine tev hatiye nivîsîn. 
Bi vê pirtûkê em dîtinên wan siyasetmedaran li ser dîroka xebata wan ji bo Kurdan guhdarî dikin û bîr û baweriya wan li ser pasheroja Kurdan jî dibînin.
 
Turkiye li ber deriyê YE ye. Pirsgirêka Kurdan û giraniya xebata Kurdan ji bo wî welatî çiqasî mezin e ku tesîrê li erê-na kirina vê daxwazê bike? Ewropî di vê mijarê de çiqasî xwedî prensîb in?  
 
Hevpeyvîn bi kesên mîna Willy Kuijpers, Jaak Vandemeulebroucke, Frieda Brepoels, Bart Staes, Jan Béghin, Bert Anciaux, Lionel Vandenberghe, Nelly Maes, Hugo Van Rompaey, Jan Loones, Hugo Van Dienderen, Jef Sleeckx û gelek kesên din re, ji bo vê pirtûkê çêbûn. Xabat, bîr û baweriya wan bingeha vê pitûkê pêk tîne.
 
Marlies Casier di zanîngeha Gent (Universiteit van Gent) de li ser pirsgirêka Kurdan li Turkiyê û peywendiyên bi Ewropa re lêkolînvan e. Heta niha gelek nivîsên we li ser vê mijarê di kovarên cida de hatine weshandin.
Li ser daxwaza Ensituya Kurdî ya Brukselê Marlies Casier ev pirtûka giranbiha amade kiriye.

Ji bo hê zêdetir agahdarî û peywendî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Bonneelsstraat 16-1210 Brussel, Bank BE 36 001-2068530-81
T.: +32/(0)2 230 89 30 – F.: +32/(0)2 231 00 97 –
[email protected]

 

Nerîna min :