Mêrdîn, Nisêbîn û Cizîr di bin ewrên tozê de ne

Îro ji aliyê Suriyeyê ve ewrên toz ber bi Mêrdîn, Nisêbin û Cizîrê ve hatin û ji ber ewrên toz navenda Mêrdîn Nisêbîn Û Cizîrê de jiyan sekiniye.

Li gor agahiyên ku hatine bidestixistin ewrên tozê ji serê sibehî ve ber bi bakur hatin.

Ji ber ewrên tozê bi danê nîvro jî xelk lamba û çirayên mal û kargehên xwe vekirin û trafika Mêrdîn û Şirnak bi awayekî giran meşiyan.

Xelkên herêm û şofêrên tirimpêlan tenê 10 mîtro pêşiyên xwe dîdîtin û bi awayekî giran tirimpêlên xwe ajotîbûn û sinyalên xwe yên mij û farên xwe pêdixistin.

Nerîna min :