Cîhan

Koreya Başûr dê li Hewlêrê vîzayê bide

Duhî li bajarê Hewlêrê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li sefîrê Koreya Başûr yê li Iraqê Park Son Bom, berpirsê ofîsa sefaretxaneya Koreya Başûr ya li Hewlêrê û nûnerên hijmareke şîrket û kompaniyên wî welatî kir.

Di dîdarekê de behsa têkiliyên navbera Koreya Başûr û herêma Kurdistanê hate kirin û îşaret bi rola tîma Zeytûnê ya koreyî hate kirin ku wê bi awayekî aktîf beşdarî di avedankirina herêma Kurdistanê û çêkirina têkiliyên kulturî yên navbera herêma Kurdistan û Koreya Başûr kiriye. Herwesa di dîdarê de behsa mekanîzma mifa wergirtin ji tecrûbe û şarezayîya Koreya Başûr hat kirin.

Di mijareke din a dîdarê de behsa wê yekê hat kirin ka çawa kompanî û veberhênerên koreyî teşwîq bikin daku berê xwe bidin herêma Kurdistan, ew jî bi rêya ku hevkarî û hêsankarî bi şîrket û sermayedarên koreyî ra bihêt kirin.

Sefîrê Koreya Başûr diyar kir ku welatê wî biryar daye ku ji bo hêsankariya hatin û çûna bazirgan, karsaz û şandeyên fermî li Hewlêrê bi riya konsûlxaneya xwe, vîzayê dabîn bikin.

Serokê hikûmetê jî tevî ku ji bo wê biyara dabînkirina vîzayê li Hewlêrê, destxweşî li Koreya Başûr kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dixaze têkiliyên xwe yên siyasî û bazirganiyê digel Koreya Başûr pêş bixe.

Back to top button