Polîtîk

Kongreya 13ê ya PDKê hate paşdexistin

Serokê Komîsyona Amadekar a Kongreya 13ê ya PDKê ragihand ku ji ber cejna Qurbanê, kongreya bê ya PDKê dê çend rojan were paşdexistin.

Serokê Komîsyona Amadekar a 3em Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Faîq Tofîq duhî di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, ” Biryar bû roja 11ê cotmehê Kongreya 13ê ya PDKê bi rê ve biçe lê ji ber ku ew roj roja cejna Qurbanê ye û cejneke olî ye, biryar e kongreya PDKê bo roja 22ê cotmehê bê paşdexistin. “

Tofîq wiha dom kir, ” Pêvajoya hilbijartina endamên kongreyê bi awayekî demokratîk bi rê ve diçe û endamên partiyê di diyarkirina nûnerên xwe yên kongreyê de azad in. Lê ji ber ku pêvajoya demokrasiyê di vê navçeyê de nû ye dibe ku ne hêsan be kesên ku di hilbijartinê de dernaçin, encaman qebûl bike. Ya girîng ew e ku pêvajo serkeftiye û pirsgirekên ku tesîrê li birêveçûna konferansan bikin rû nedane. “

Ji bo her hezar endamên partiyê dê nûnerek biçe kongreya PKDê lê ji ber ku endamên Komîteya Navenda PDKê ji kongreya yekê ve heta kongreya 12ê mafê endambûnê di kongreyê de heye û berpirsên liq û buroyên navend yên ser bi PDKê û Komîsyona Amadekar a Kongreyê dibin endamê kongreyê, zêdetir ji hezar kes dê di kongreyê de derbarê pêşeroja PDK’ê de gotûbêjê bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) li 16’ê Tebaxa sala 1946ê bi serokatiya Mistefa Barzanî hate damezirandin. Niha jî Mesûd Barzanî serokê vê partiyê ye.  Bi hevbeşiya digel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê xwediyê 59 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê û 43 kursiyên dewra duyem ya Parlamentoya Iraqê ye û her du partiyan bi beşdariya çend partiyên din yên herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk anîne. PDK’ê heta niha 12 kongre saz kirine.

Back to top button