Parag Khanna: Pêwîste dewleta kurdî û ya felestînî bê avakirin
Parag Khanna serokê senterê lêkolînên stratejîk (New America Foundation) di hevpeyvêneke xwe de digel rojnameya tages anzeiger ya swîsrî ku di 16ê nîsanê de hatiye weşandin, gelek bi berfirehî behsa bûyerên vê dawiyê yên Rojhilata navîn dike û serhildanên welatên erebî dinirxîne.
Parag Khanna serokê senterê lêkolînên stratejîk di bersiva pirsa; Pirsgirêkên Rojhilata Navîn ku çend sale berdewam in, bi dîtina we ji bo aramkirina hermê û pêkhatina şaitiyê çi şareserî minasibe? Diblje:
– Yek ji wan hokarên ku wisa kiriye Ewropa pêşbikeve, ewe ku her neteweyekê dewleta xwe heye û bi vê yekê pirsgirêkên cografî û siyasî çareserkirine. Piştî şerê cîhaniyê duyem welatên ewropî nêzîkî hev bûn û sînor di navbera wan de xav bûn û di encam de Yekêtiya Ewropa damezrand. Li Rojhilata Navîn jî pêwîste du dewlet a Felestînê û dewleta Kurda bê avakirin daku herêm aram bibe û hemû pirsgirêk bên çareser kirin.
Weke tê zanîn Parag Khanna bi esil hindî ye, şareza û pisporekê mezin yê peywendiyên navdewletîye li Amerîkayê