Cîhan

Nakokiyên navbera Ahmedînejad û Xameneyî kûr dibin

Nakokiyên navbera Mehmûd Ehmedînejad serokomarê Îranê û Elî Xameneyî rêberê şoreşa îslamiya Îranê kûr dibin û weke nîşandana reaksyona li dijî Elî Xameneyî heta nuha Ehmedînejad di du civînê civata wezîrên hikûmeta Îranê de amade nebûye.

Li gor hin çavkaniyan sedemê dirustbûna nakokiyan di navbera Ehmedînejad û Xameneyî de îstîfaya Heyder Muslihî wezîrê Îtileat (Îstixbarat û Ewlehiyê) Îranê bû. Mehmûd Ehmedînejadê serokomar îstîfaya Muslihî qebûli kir, lê Elî Xameneyî rêberê şoreşa Komara Îslamiya Îranê li dijî îstîfaya Muslihî wezîrê Îtileatê derket û got ku divê Muslihî vegera û li ser karê xwe berdewam be.

Weke tê zanîn Elî Xameneyî rêberê şoreşa Îslamiya Îranê li gor destûrê xwediyê desthilatên berfirehe û gotina wî bi ser bilintirîn desthilata Îranê de derbas dibe.

Back to top button