PolîtîkRojev

Papa spasiya serok Barzanî kir

Papa Francis piştî gihîştina Hewlêrê, li balafirgehê ligel Serok Barzanî civiya û di civînê de jî, bi taybetî spasiya Serok Barzanî kir ji ber parastina pêkhateyên olî û netewî yên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyanê di navbera wan de.

Papayê Vatîkanê di civînê de ligel Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir ku serdana wan ji bîr nekiriye û ji ber wê serdana Serok Barzanî û Serokwezîr, ew hatiye Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Papa ji Serok Barzanî re diyar kir: “Min Kurdistan ji bîr nekiriye, li ser daxwaza we û Serok Hikûmeta Herêmê ez hatim vê derê û serdana we û Serokwezîr ji bîra min neçûye, we ne pêşwazî li min kir, we pêşwaziya Krîstiyanan jî kir.”

Herwiha Papa destnîşan kir: “We di dema êrîşên DAIŞê de welatiyên Krîstiyan parastin, hûn weke bira pêşwaziya birayên Krîstiyan kir.”

Serok Barzanî di civînê de hêviya xwe anî ziman ku serdana Papa Francis, biratî û pêkvejiyanê di navbera olan de bihêztir bike û got: “Em şanazî bi ferhenga pêkvejiyanê dikin, ferhenga me ya pêkvejiyanê, biratî û hezkirinê zêdetir kiriye, em bi navê hemû pêkhateyên Kurdistanê, pêşwaziya we dikin û serdana we cihê rêzgirtinê ye.”

Back to top button