Civak

PAKê serxweşiya PSDKê kir

Heyeta Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêvebirên PAKê Abdurrahmanê Gundikî, Orhan Kaya,Akif Adsız û Abdi Işık pêk hat,ji bo sersaxiyê çûn Silemaniyê,serdana Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik diyar kir ku Şehîd Eta Şehîdê PAKê ye jî û got,wekî hemû şehîdên Kurdistanê ewê di têkoşîna azadiya miletê Kurd de her bijî.

Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemedê Hecî Mehmûd ji ber serdana heyeta PAKê bi awayekî germ heyetê pêşwazî kir û herdu rêvebirên partiyan li ser Kurd û Kurdistanê sohbetê kirin û dûre re xwarinê xwarin.

Heyeta PAKê piştî serdana sersaxiyê ji Silêmanî ber bi Hewlêrê ve vegeriya.

 

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK)

Back to top button