Serokê Giştî yê PAKê Seredana PDKT yê Kir.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik îro(03.02.2015) li Amedê li gel endamên Birêveberîya Navendî ya PAKê rêzdaran Nesrîn Askar û Faiz Eşin seredana PDKT (Partîya Demokrat a Kurdistan Tirkiyê) kir.
Heyeta PAKê ji aliyê Serokê Giştî yê PDKT yê rêzdar Mehmet Emin Kardeş û Serokê Bajarê Amedê yê PDKT yê rêzdar Reşit Akıcı û rêveberên PDKT yê ve hate pêşewazî kirin.
Rêzdar Özçelik jibo beşdariya PDKT yê ya jibo resepsiyonên PAKê spasiya PDKT yê kir. Ev ziyareta jî wek îade-î ziyaret binav kir.
Heyeta PAKê û ya PDKT, bal kişandin ser grîngîya peywendîyên partî û aliyên siyasî yên Kurd û Kurdistanî. Herweha herdu aliyan jî grîngîya germtir kirina têkiliyan anîn zimanî.
Hevdu dîtina PAK û PDKT bi awayekî dostane û berhemdar derbas bû.03.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê