PAKê,  Li Amedê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir, Bûyera 49an Bibîranî

PAKê,  Li Amedê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir, Bûyera 49an Bibîranî

17ê Çileya Pêşîn Roja Alaya Kurdistanê ye.

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), roja 17.12.2021ê li Teşkîlata Amedê ya PAKê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz kir  û li ser girîngîya Alaya Kurdistanê semînerek  li dar xist.

Axaftvanê semînerê lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj  bû.

Moderatorê semînerê Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran bû.

Di destpêka civînê de bi Sirûda Neteweyî Ey Reqîbê re  ji bo hemû şehîdên Kurdistanê rêz hate  girtin.

Paşê li ser navê PAKê, Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran di derbarê rol û girîngîya Alaya Kurdistanê de axaft û got ‘’ Ev Ala ya Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve 100 sal e ku wek Alaya Kurdistanê tê qebûl kirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev alaya jibo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek Ala ya Kurdistanê bê qebûl kirin’’.

Hanîfî Tûran herweha di heqê 62yemîn salvegera Bûyera 49an de jî axaftinek kir.Di axaftina xwe de Hanîfî Tûran weha got ‘’Dewleta Tirkîyeyê, berîya 62 salan, roja 17ê Çileya Pêşîn a sala 1959ê, ji beşên cuda cuda yên civatê,  50 rewşenbîr, xwendevan, kesayetên Kurd  desteser kir û wan avêtin hefsê. Dewleta Tirkîyeyê bi îdîaya ku ‘’van kesan bi alîkarîya hinek dewletên biyanî xwestine Tirkîyeyê perçe bikin’’ di heqê 50 kesayetên Kurd doz vekiribû.

Ji ber şerdên xerab ê girtîgehê, ji girtîyan Mehmet Emîn Batûyê Mardînî ku xwendevanekî unîwersîteyê bû jîyana xwe ji dest da. Piştî  wefata Mehmet Emîn Batû ev doz wek ‘’Doza 49an’’, wek ‘’Bûyera 49an’’ hate pênase kirin.

Mehkemeya Leşkerî ya Stenbolê, 8 salan ajot. Di encamê de hinek kesayetan ceza xwarin, hinekan beraat kirin. Lê ji ber ku dozê zêde berdewam kir, li cîhê cezaya hefsê, ji gelek kesan re cezaya sirgûnê hate birîn.

Bûyera 49an di dîroka Kurdistanê de cîhekî xwe yê girîng heye.

Bûyera 49an, piştî qetlîama Dêrsîmê, êrîşa ewil ya berfireh ya Dewleta Tirkîyeyê bû ku li ser kurdan pêk hatibû. Bûyera 49an nîşana tirsa Dewleta Tirkîyeyê bû.

Lê vê êrîşa ku bi Bûyera 49an tê binav kirin, nikarîbû rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire.Bi eqsê wê, bû sebebê geşbûn û vejîneke nû ya doza neteweyî ya miletê Kurd.

Piranîya wan kesayetên ku di Bûyera 49an de hatibûn darizandin, paşê wek kedkar û pêşengên sîyasî, rewşenbîrî, fikrî û çandî yên doza azadîya Kurdistanê, roleke dîrokî lehîstin.

Gelê Kurdistanê Bûyera 49an ji bîr nekirîye û dê ji bîr neke jî.

Em ked û têkoşîna kesayetên Kurd yên di Bûyera 49an de hatine darizandin , wek têkoşîna xwe dibînin. Em  kesayetên ku di Bûyera 49an de hatine darizandin lê koça dawî kirine bi rêzdarî bibîr tînin’’.

Piştî axaftina Hanîfî Tûran, lêkolîner û nivîskarê Kurd Seîd Veroj di derbarê pêvajoya amade kirin û  qebûl kirina Alaya Kurdistanê de, di derbarê biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ku îlan kirina Roja Alaya Kurdistanê de  agahdarîyên berfireh da.

Gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd û endam û alîgirên PAKê beşdarî semînerê bûn.

Telewîzyon û ragehandina kurdî jî eleqeyeke baş nîşanî semînerê dan.

17.12.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: