Alaya Kurdistanê û pêvajoya dîrokî
Ji ber ku ew Alaya kevn xwediyê mêjûyeke 3 hezar salan e û jê re wateyek pir giranbiha û rûmetdar heye, reng û sembolên wê jî pîroz in û Kurd xwe bi rehên dîroka xwe ve girêdidin.
Zeynelabidin Zinar
Ji bo rêzgirtina ji bo Roja Alaya Kurdistanê, min lêkolîneke kurt kir û ev ancamên hanê derketin holê:
Ev Alaya Kurdistanê ya ku îro li her çar beşên Kurdistanê hatiye pejirandin, jê re Alaya Rengîn jî tê gotin.
Ev Ala ji aliyê hemû partiyên siyasî yên Kurd ev hatiye pejirandin, lê tenê partiya bi navê PKK hêj wê nepejirandiye.
. Ev ala ji kengê ve hatiye bikaranîn?
. Wateya vê Alayê ji bo Neteweyê Kurd çi ye û tê çi wateyê?
Dema em têkevin kûrahiya mêjûyê, tê dîtin ku 3 hezar sal berî niha, rengên vê Alayê ji aliyê bapîrên Kurdên niha û Kurdên Belûc ve hatiye bikaranîn.
Rengên Alaya Kurdistanê li paytexta MEDan ku li Rojhilata Kurdistanê ye, di binê axê de hatiye dîtin û li serê rengê kesk, yê spî û sor hebûne, şêr jî li serê, roj li piştawî û şûr li serê hebûne.
Kurdan ji wan sembolan wêneyê rojê yê zer, rengê kesk û yê sor hilbijartine.
Ji ber ku ew Alaya kevn xwediyê mêjûyeke 3 hezar salan e û jê re wateyek pir giranbiha û rûmetdar heye, reng û sembolên wê jî pîroz in û Kurd xwe bi rehên dîroka xwe ve girêdidin.
Bêguman her partiyeke siyasî jî xwediyê alayekê ye. Lê Alaya Kurdistanê divê ji aliyê hemû partiyên siyasî ve bête pejirandin û rûmet jê re bête nîşandan.
Hate gotin ku di Alaya Kurdistanê de rengê sor, spî û kesk hene.
Wateya Rengê Kesk: Xwezaya gelî, dol, deşt û çiyayên Kurdistanê ye.
Wateya Rengê Sor: Xwîna Şervanên Azadiya Kurdistanê ye.
Wateya Rengê Spiyê gewherî: Aştî ye.
Wêneyê rojê li ser gewherî cih girtiye û 21 tîrêj jê diçin. Ev jî roja 21ê Adarê dide xuyakirin.
Ka em binerin Alaya Kurdistanê kengê û li kurê hatiye bikaranîn:
. Sal 1880, Alaya Kurdistanê di ŞoreşaŞêx Ubeydullahê Nehrî de hatiye bikaranîn.
. Sal 1907 Alaya Kurdistanê di Şoreşa Şêx Ebduselam Berzanî de hatiye bikaranîn.
. Sal 1927 hetanî 1930 Alaya Kurdistanê di ŞoreşaAgiriyê de hatiye bikaranîn: Teşkilata İçtimaiye Cemiyeti ku di sala 1920 de ji bo şoreşekê hatiye avakirin, ew Ala hatiye pejirandin.
. Sal 1919 hetanî 1927, Alaya Kurdistanê di Şoreşa Simko Axayê Şikakî de hatiye bikaranîn.
. Sal 1920, Alaya Kurdistanê di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de ji bo endamên Heyeta Navneteweyî hatiye pêşkêşkirin.
. Sal 1920, Alaya Kurdistanê ji bo Peymana Serwês hatiye pêşkêşkirin.
. Sal 1920, Alaya Kurdistanê ji aliyê Komeleya Civakî ya Rêxistina Kurdistanê ve hatiye pejirandin û di kovara Jînê de jî hatiye weşandin.
. Sal 1927 Hikûmeta Kurd A Sirgûnê, Alaya Kurdistanê pejirandiye.
. Di serhildana Neteweyê Kurd a bi serêkatiya Şêx Mehmûd Berzencî de Alaya Kurdistanê di 1919, 1920 û 1921ê de li herêma Soranê hatiye bikaranîn.
. Sal 1922 hetanî 1924, Alaya Kurdistanê di Şoreşa Keyaniya Kurdistanê de hatiye bkaranîn.
. Di 1925an de jî ev Alaya Kurdistanê, di Şoreşa Neteweyê Kurd a bi serokatiya Şêx Seîd de jî hatiye bikaranîn.
. sal 1946-47 Alaya Kurdistanê di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de hatiye bikaranîn.
. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 2009an de Alaya Kurdistanê ya ku li Komara Kurd a Mihabadê hatibû daleqandin, pejirandiye.
Bi hêviya ragirtina Alaya Rengîn li balayê.
17/ 12/ 2021