Civak

PAKê dest kampanya arîkariyê kir

PAKê Jibo Mexdûrên Sûrê Destpê Kampanyaya Alîkarîyê KirPAKê li Amedê jibo malbatên ku jibo şer û ablûkaya li Sûre didome mexdûr bûne,destpê kampanyayek alîkarîyê kir.PAKê di çarçevoya kampanyaya alîkarîyê ku jibo mexdûrên Sûrê destpêkirî de roja 23.12.2015ê li Amedê seredana malên malbatên ku mexdûr bûne kir û paketên alîkarîyê yên erzaq û zarokan belav kir. Di seredanan de pêwîstî û rewşên malbatan hate tespît kirin. Di seredanan de hat dîtin ku 3-4 malbat di malêkêde dîjîn , li malan da nifûsa zarokan zêde ye , piranîya malan bê tiştin.Komîsyona PAKê ya ku jibo kampanyaya alîkarîyê bi taybet hatî avakirin heta niha ji 100î zêdetir malbatan re têkilî danî ye. Di encama van de dîyar bûye ku malbatan pêwîstî bi erzaq , cilûberg , xwarina zarokan , potên zarokan ,tiştên malê hen e.Hûn jî dikarin beşdarî vê kampanyaya alîkarîyê bibin û bi vê rêyê ji hemwelatîyên me yên mexdûrên Surê re destê alîkarîyê bigihînin wan.Hûn dikarin bi Navenda PAKê ya Amedê re li ser hejmara(0412) 502 37 31 ê têkilî danin. Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button