KulturNivîsar

Dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê

Kemal Tolan

Pêwîste em Êzdî pîvana wext û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û wekehevûdin bidine xwanê kirin!

Hêjayan,

piștî ku hinek nivîskar, dîrokzane, heval û nasên me “Kurdên Resen” ev daxwaz û gotara min a li ser Wate, rojî û wextên pîrozkirina hinek cejinên me Êzdiyan*1” di çapemeniya Kurdî de xwandin pê ve, bi taybetî jî kekê min Șefîq Pêșeng ji min daxwazkir ku, ez pîvana wext û dema pîrozkirina cejinên Êzdiyan hîn jî hesan û zelaltir bidime kifșkirin.

Ez dibêjime birêz Șefîq Pêșeng, keko gelek spas ku cenabê te jî ev pêșniyariya hêja ji min kir. Ji xwe weke ku min di gelek gotarên xwe yên ku hatine weșandin da jî daye xwanêkirin, ez bi xwe jî zahf xemgînim ku, „rewșenbîr, zane, oldar û whd.“ên me Êzdiyan nikarîbûn hetanî îro pîvana wext û dema cejinên me Êzdiyan bidine berhevûdinê û ji bona pêșeroja Êzdiyatiyê bi yek dengekî van kevneșopên reseniya çanda Kurdî zelalbikin.

Ji xeynî wan agahdariyên ku min di lêkolîna xwe *1 de dan e kifșkirin pê ve , ez niha jî dixwazim van çend nimûnên șașîtiyên ku “Mala Êzîdiyan a Oldenburg’ê” di salanma xwe ya 2016*2 de kirine, ji we hêjayan ra bidime xwanê kirin:

Nimûne :

Navê Cejnê

« Mala Êzîdiyan

Oldenburg’ ê dibêje*2 :

Lê li goriya zargotina Êzdîtiyê, dema rê û rismên cejnê weha ye :

Tarîxa roja cejnê ya rast :

1

Cejina pîrê Alî /Batizimî

Cejna Batizimiya Çêlka di 12.01.2016 de ye.

Mixabin, ez nizanim ka çima Mala Êzîdiyan roja cejna Qelaçvan(Çolîyan) jî kifșnekiriye ?

Êzdî li goriya salnama kurmancî, Çêlka/Torî her sal di duyemîn îna ku dikeve piştî Îda Êzî de û Qelaçvan/Çolî jî di sêyemîn Îna ku dikeve piştî Îda Êzî de dest bi rê û rismê vê cejinê diken.

Wekî wisa ye , roja

« Înê : 01.01, 16

Geriyana hevîrtirșê Șêx/Pîr an e

Șemî : 02.01,16

Cilșo/Paqijî ye

Yekșemê(Lahdê) : 03.01,16

Destpêka derxistina nanê miriya ye

Dûșem heta Çarșemê = 04. û 6. 01,16

Rojiyên Pîr Alî ne

Çarșemê piștî nîvro : 06.01,16

Pez gurandin/Serbire- Êvara dawî a derxistina nanê miriyan e.

Pêncșemê : 07.01,16

Destpêka ger û pîrozkirina Cejna şîlana Pîr Alî. Êvarê Şeva Şevronk e.

Înê : roja razan û aremî yê *4»

Cejina Çêlka(Torê)

07.01.16

û

ya Qelaçvan(Çolîyan) 14.01.16 de ye

2

Çilê Zivistanê 

Çilê Zivistanê di 02.02.2016 de ye.

Li goriya salnama zayînê, rojiyên çilê zivistanê her sal di 25 meha Kanûnê(12) de destpêdikin û gava çil roj rojî di destpêka meha sibatê (ya zayînê) de qediyan pê ve, hêja cejin tê pîrozkirin.

25.12. – 31.12.15 = 7 roj

01.01.- 31,01.15= 31 roj

01.02, – 02.02.15 = 2 roj

03.02.16. de cejine

03.02.2016

3

Çarşema sor

Çarșema Sor

13.04.2016 

Li goriya salnama kurmancî, her sal di yekemîn Çarşema meha Nîsanê de tê pîrozkirin.

Lê mixabin, gava em li tarîxa ku M.Êzîdiyan daniye dinêrin , ev roja 13.04.2016 hêja neketiye meha Nîsanê jî !

20.04.2016

4

Basinbar

Roja Basinbar

16.04.2016

Li goriya salnama kurmancî, her sal di yekemîn îna ku dikeve piştî sersala kurmancî, di roja heftê meha nîsana Kurdî û nihajî gelek jê di roja cejina Çarşema sor de û di meha nîsanê de çêdikin..

Mixabin, M. Êzîdiyan ji roja Înê birine roja Șemî yê !

15.04.16

5

Cejna Qurbanê

Îda Qurbanê

15.10.2016 *2

Li goriya agahdariyên min, Êzdî û Bisilman vê cejna Qurbanê di tarîxekê de pîrozdikin.

Vêca wexta ku Bisilman vê cejnê di 12.09.2016 de pîrozdikin*3, ez nizanim çima Mala Êzîdiyan di 15.10.2016 de pîrozbikin ?

12. 09. 2016

Min ev rexnên xwe di 18.12.2015 de, bi nivîskî dane destên rêvebirekî “Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” û lave jê kir ku ew van șașîtiyên xwe sererastbikin. Lê mixabin, rêvebirên Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” heta niha, hîna tu bersiv nedane min û endamên xwe jî !

Ez hêvîdar im, em Êzdî van pîvanên wext û dema roja pîrozkirina cejinên Êzdiyatiyê rast û wekehevûdin bidine xwanê kirin!

Kemal Tolan, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê- 23.12.2016

*Çavkanî:

1 Kemal Tolan : Gelek spas ji bo wan edîtor û malperên ku ev berhevkirina min weșandine! http://m.gelawej.net/index.php/yazarlar/kemal-tolan/434-wate,-roj%C3%AE-%C3%BB-wext%C3%AAn-p%C3%AErozkirina-hinek-cejin%C3%AAn-me-%C3%AAzdiyan

2 Binêren beșek ji “Salnama Êzîdiyan 2016 a Mala Êzîdiyan Oldenburg’ ê” di pêvekê de ye.

3 Wann ist Kurban Bayrami 2016, http://www.vaybee.de/service/kurban-bayrami.php

4 Mejdîn Kurt http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/Batizmi.pdf

Back to top button