Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: Pêşmerge bê cudahî hemû pêkhateyan diparêze

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 23.12.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Welîd Elxuseynî rêvebirê karûbarên sefaretxaneya Libnanê li Îraqê kir.Di civînekê de Elxuseynî kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da û rola mêrxasaneya pêşmergeyê Kurdistanê ku li şûna hemû mirovatiyê şerê hovtirîn rêxistina terorîstiya DAÎŞê dike, bilind nirxand. Wî, herwesa, pêkvejiyana aşitiyane ya li herêma Kurdistanê bi mînakek êkane wesif kir û got ku gelek libnanî li herêma Kurdistanê dijîn, di warên cuda de kar dikin û ew bi mana li herêma Kurdistanê dilxweş in û vê yekê jî wesa kiriye ku zêdetir karsaz û kompaniyên libnanî berê xwe bidin herêma Kurdistanê.Nêçîrvan Barzanî behsa têkeliyên navbera Libnan û Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ew têkelî di hemû waran de zêdetir xurt û berfirehtir bibin. Barzanî got ku revenda libnanî li herêma Kurdistanê revendeke çalak e û bi awayekî normal kar û çalakiyên xwe dike.Li dor şerê dijî terorê jî, serokwezîrê Kurdistanê got ku pêşmergeyê Kurdistanê bê cudahî hemû deverên herêma Kurdistanê, hemû pêkhateyên neteweyî û olî diparêze û tekîd li ser wê yekê kir ku pêkhateyên herêma Kurdistanê ji kevin de bi aşitî û biratî bi hev re dijîn û hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji bona xurtkirina wê pêkvejiyan bi cidî dixebite.Serokwezîrê Kurdistanê û rêvebirê karûbarên sefaretxaneya Libnanê li Îraqê, di civîna xwe de, behsa pirsa koçber û penaberên li Libnan û herêma Kurdistanê kir û bi pêwîstî zanî ku civaka navdewletî zêdetir hevkariya wan koçbe rû penaberan bike.Berpirsê libnanî eşkere kir ku di demek nêzîk de Libnan dê ofîsa nûneratiya xwe li Hewlêrê veke û pişt re dê konsulxanyê veke.

Back to top button