CivakRojev

PAKê bi gelek çalakîyan ji malbatên kurd re daxwaz kir ku ji bo zarokên xwe  dersa bijarte ya kurdî bibijêrin

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) bi çalakî û xebateke berfireh , bangî malbatên kurdan kir da ku ji bo zarokên xwe   dersa bijarte ya kurdî(Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) bibijêrin.

PAKê li Amedê, li Mêrdînê, li Batmanê, li Wanê bi belav kirina broşurên li kolan û cadeyan, bi darve kirina pankartan, bi afîşên li ser bîlbordan, bi daxuyanîyên taybet, bangî  malbatên  Kurdan kir da ku ji bo zarokên xwe  dersa bijarte ya kurdî bibijêrin.

Ji bo bijartina dersa bijarte ya kurdî,  roja 07.02.2022yê roja dawîyê ye.

Em careke din bangî gelê xwe dikin da ku ji bo zarokên xwe  dersa bijarte ya kurdî bibijêrin.

Ji bo ku sala bê bi sedhezaran kurd dersa bijarte ya kurdî bibijêre, divê van xebatên  ji bo bijartina dersa kurdî bibe destpêkek.

Herweha, xebata  ji bo bijartina dersa kurdî,  ji îro pê ve, divê bi organîzasyon û bernameyeke xebatê ya rêk û pêk,  ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û  ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî  bê qebûl kirin bibe pêngavek, bibe bingehek.

Divê kampanyaya îmzeyê ya ku PZK(Platforma Zimanê Kurdî) û Tora Ziman û Çanda Kurdî  ji bo fermîbûn û perwerdehîya zimanê kurdî  dimeşînin, bê geş kirin, bê xurt kirin.

05.02.0222

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button