Nivîsar

Destpêkirina şerê KUK û PKK

Tevlî van birîndar, şehîd û êrîşên tund jî ne rêvebirîya KUK û ne jî tu endamekî KUK, berdewamiya şer neparastin û gotin: ‘‘ev şer provokasyon û daxwaza dijminê gelê Kurd e, ji her du alîyan zarokên Kurd didin kuştin!‘‘

Xidir Uso

Şerê KUK û PKK ji Serêkanîyê destpêkir. Bi taybetî li herêma Mêrdînê, kadirên PKK û KUK, li her derê di nava propaganada û xebata rêxistinî de dihat hember hev û her roj munaqeşeyên sîyasî û rêxistinî dikirin. Bêîstîsna hemû kadirên PKK ji kadir û terefdarên KUK re digotin: rêxistina KUK, netewperest û burjuvayê biçûk e, ji me re asteng û kelem e, divê em wê ji holê rakin. PKK, ji bo li her heremek Kurdistanê ji xwe re qereqolek xurt çêbike, xwe disipart eşîretek xurt ya xwedî dijmin û bi çek. Loma li herema Mêrdîn jî xwe sipart mala Hecî Sînan (Turkler), Mala Hemo û hemû malbatên xwedî dijmin ku xwe da alî wan.

KUK, ji sala 1979 an de di nav karkerên Cotkariya Hilberînê ya Dewletê li Serêkanîyê (Ceylanpınar Devlet Üretme Çiftliği), dest bi rêxistinkirin û perwerdekirina karkeran ya neteweyî û îdeolojîk kiribû. Loma di nava sandîkaya “TIS” ya ku bi “DISK”ê ve girêdayî ku endam û kadirên xwe bi cîhkiribû û bi rêya wê, xebata xwe hêsantir dimeşand.

PKK jî pêşî bi rêvebirên sandîka TIS re têkelî danîn û xwestin wan bike alîgirên xwe. Rêvebirên sandîkayê, bi gelemperî van daxwazên PKK red kirin. PKK wan bi kuştinê tehdît kir û li gelek endam û rêvebirên sandîkayê xistin. Wan karkeran, şikayetên xwe ji rêvebirên KUK re dikirin da ku li wan xwedî derên.

Rêvebirên PKK, nerîn ku nikarin sandîka TIS kontrol bikin, sandîka “Tarim Iş” ya bi “Turk Iş”ê ve girêdayî avakirin. Ji bo ku karkerên alîgirên wan gelek kêm bûn, xwestin karkeran ji TIS îstîfakirin bidin, li hember karkeran yek bi yek karkeran dest bi gefan kirin. Heta ji bo karkera bitirsîne,  du karker birin pişt Kepez dest û lingên wan girêdan û li wan îşkence kirin û ew di wî halî de li wir hîştin.

Ji ber van êrîşan, ji bo xwe biparêzin, hinek karkeran û terefdarê KUK êdî destpêkirin çek bi xwe re gerandin. Berî ku şer derkeve bi sê-çar rojan PKK`yî, ketin pêşîya ciwanekî terafdarê KUK`ê, li wî xistin û çeka wî jê stendin.

Roja destpêka şer, otomobîlek bi rêvebirên PKK tije diçin beşê Cotkarîyê (Çîftlîgê) yê bi navê “Beyazkule”, bi berpirsê wê beşê, yê bi navê Halît Akagunduz re gengeşî dikin, ji wî daxwaza îstîfakirina ji sandîka TIS dikin; dema ew vê daxwazê qebûl nake, jê re sixêf û dijmînên xerab didin û êrîşî wî dikin ku lê bidin. Ew jî ji bo xwe biparêze çeka xwe dikişîne û gulehekê bera lingê wan dide. Hevalê wan bi navê Mustafa Goçmen sivik birîndar dibe û diçin.

Halit Akagunduz û birayê wî Mustafa Akagunduz sandîkacî ne; ne heval an endamê KUK in. Lê PKK ji hefteyek berê de li hember KUK amadeya şer û êrîşê kiribû; loma vê bûyera kir bahaneya ku li dijî KUK dest bi şer bike.

Wê rojê çar endamên KUK ku hayê wan ji bûyera “Beyazkule” tune ye, diçin malek ku him têkilîya wan bi PKK û him jî bi KUK re hey e, dixwazin rastîya bûyera terefdarê wan yê ku gotîye ‘‘endamên PKK li min xistîye û çeka min ji min sitendîye‘‘ fam bikin. Çimkî ew dihizirîn ku `ew meriv dikare bi derewan jî bêje`. Lê piştî ku ji wê malê famkirin ku PKK`yîyan gotîye: `me çeka KUK`çîyan jê sitendîye` KUK`çî vedigerin mal.

Ji bo ku rêvebirên PKK, endamên xwe bi çek kirine û li dij KUK amadeyîya şer kirine, ew endamên KUK jî xistine bin taqîbê û li pêşîya wan, nêzî mala wan li çend cîya kemîn danîne. Dema KUK`çî dikevin kemînê, PKK`yî bi çekên otomatîk li wan direşîne û yekî ji wan bi sê guleha birîndar dike û direvin.

Şeveqa wê êvarê, ketin pêşîya bavê berpirsê sandîka Halît Akagunduz yê heftê salî ku diçû camîyê, cercûrek tê de vala kirin û wî kuştin.

Roja din êvarî li ber mala berpirsekî din yê sandîka bi navê Murat Ozbek, kemîn danîn wî û xwarzîyê wî yê 16 salî, her yek bi du gulehan birîn kirin.

Lê KUK`çîyan ne wê gavê ne jî piştî wê, li Serêkanîyê yek guleh jî bera rêvebir yan endamekî PKK neda.

Wek ji îddîanameyên PKK jî dîyar dibe, li deverên din jî bi taybetî li Qoser, Nisêbîn û Batmanê PKK endamên xwe bi çek dike û deverên KUK`çî lê dijîn û li ber rêya dibistanan kemîna datînin.

Teqîna li Serêkanîyê, sînyala destpêka êrîşên PKK li dijî KUK e. Loma li Qoser li her derê li KUK`çîya teqandin, pêşî du endamên wê Abdulkadir Umur û Selîm Aslan bi giranî birîndar kirin û dûvre her du jî şehîd bûn. Piştre Siddik Matzar terefdarekî KUK bû, dema ji dibistanê diçe mal, berdanê Şehîd kirin. Piştre li Nisêbîn û Batmanê û Amedê şer berfireh kirin û gelek endamên KUK şehîd kirin.

Tevlî van birîndar, şehîd û êrîşên tund jî ne rêvebirîya KUK û ne jî tu endamekî KUK, berdewamiya şer neparastin û gotin: ‘‘ev şer provokasyon û daxwaza dijminê gelê Kurd e, ji her du alîyan zarokên Kurd didin kuştin!‘‘

Kîjan şexsîyet û rêxistina ku xwestiye navbêncîtîyê bike û şerê KUK û PKK bisekinîne, KUK`ê bê qeyd û şert sekinandina şer qebûl kirîye. Lê terefê PKK heta ku karibûne şer bikin, xwe nedane ber lihevhatinê.

Carekê heyetek kalemêrên herêma Mêrdînê û hinek endamên TKDP yê kevn, ji bo sekinandina şer ketin navbêna KUK û PKK. Berê hatin ba rêvebirên KUK`ê; KUK gotin: `bê qeyd û şert, em amadene şer bisekinînin.` Li ser navê PKK, Kenan (Veysî Guzel) lîsteyek ku ji navê rêvebir û endamên KUK`ê pêkhatibû, da heyetê û got; `heta ku KUK vana teslîmî me neke, em şer nasekinînin!` Eynî meriv, berî bi mehekê, li gundê Dêrikê bi navê Şêbê, ji du endamên KUK re got: `me wek PKK biryar girtîye; emê we ji holê rakin!`

Li gor daxwîyanîya hin rêvebirên PKK yên li herêma Mêrdîn û Ruhayê jî tê famkirin ku Abdullah Ocalan bi xwe biryara vî şerî daye û ferman daye kadirên xwe yên li van herema.

Li gor pisulayê ji alî Ocalan ku bi rêvebirên PKK re hatine girtin; Ocalan dibê: `wek taktîk şer rawestînin û hemû hêzên xwe bicivînin û êrîşî KUKê bikin, heta ku hûn wan ji hev bela bikin!`

Ocalan di gelek daxuyanîyên xwe de dibê: ‘‘bi rêya Mesûd Berzanî, MITa Tirk KUK bera pêxîla me da!‘‘ Lê êdî herkesî famkirîye ku bê kî bi MITê re di temasê debû, ji bo şerê bi partî û rêxistinê Kurd re çek û pere ji MITê disitend!…

Jêder: Netewe

Back to top button