CivakRojev

PAK:Dr.Îsmaîl Beşîkçî ne bi tenê ye

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk:

Birêz Dr.Îsmaîl Beşîkçî Ne Bi Tenê Ye

Di van rojên dawîn, di  tora civakî (sosyal medya) de li ser Birêz Dr.Îsmaîl Beşîkçîyî hin êrîş têne kirin.

Di serî da dixwazim bibêjim ku ez van êrîşan şermezar dikim. Divê bê zanîn ku êrîşa li Birêz Dr. İsmail Beşîkçîyî tê kirin, di eslê xwe de êrîşa li dijî wan nirxên Kurdistanî ye ku Birêz Beşîkçî, bi  bi îsrar wan diparêze.

Weke hemû birêvebir û endamên PAKê, digel hest û ramanên xwe yên Kurdistanî  em ligel mamosteyê hêja Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî ne.

Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî zanyarekî  Tirk ê hêja ye ku rastîya Kurdistanê bi daneyên zanistî pêşkêşî civatê dike.  

Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî mafê çarenusî ya  miletê kurd bi awayekî  bêdudilî parastîye û bi vê boneyê jî 17 salên temenê xwe di nava zindanê da derbas kirîye.

Birêz Beşîkçî li gorî wan pîvan û nirxên zanistî yên navnetewî , zanistekî  li Tirkîyeyê û li Kurdistanê kêmdîtî ye. Helbet mafê hin sîyasetmedar û rewşenbîran heye ku rexneyan li hin dîtin û pêşnîyarên Birêz  Beşîkçîyî bikin. Lê heqareta li dijî şexsê wî, keda wî, fedakarîyên wî, fikir û raman û nirxên ku diparêze; di eslê xwe da heqareta li dijî nirxên mirovahî û wicdanî ye,  li dijî parastvan û alîgirên doza Kurdistanê ye.

Berî her tiştî wazîfeyeke mirovî û neteweyî û Kurdistanî ye ku li hemberî  êrîşên li ser Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî  têne kirin, em bi dil û can li ba wî bin û rêzê li vî mirovê nefsbiçûk, fedakar  û hêja bigirin.

Em bangî hemû partîyên Kurdistanî,  bangî hemû sîyasetvan , rewşenbîr , û  rihsipîyên  welatperwer ên Kurd û Kurdistanî dikin ku li cem Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî bin.

26.12.2020

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button