
Baregeha Serok Mesûd Barzanî sebaret bi koça dawî ya Nasan Bekir Cuma peyama sersaxiyê weşand. Nasan Cuma, kesayetiyê welatparêz yê bajarê Kobaniyê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bû.
Peyama Baregeha Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz kak Mistefa Bekir Cuma Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Suriye.
Bi mixabiniyeke mezin me nûçeya koça dawî ya birêz Nasan Bekir Cuma kesayetiyê diyarê Rojavayê Kurdistanê û birayê we yê birêz bihîst.
Pirse û sersaxiyê pêşkêşî we yên birêz û malbata we ya birêz û Kurdperwer û kesukar û welatiyên bajarê Kobanê ya serbilind dikîn, xwe bi hevbeşê xema we hemû aliyek dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê xwedê jêrazî Kek Nîsan Bekir Cuma bixe ber dilovaniya xwe û bi behişta fireh şad bike, hedar û aramiyê bi we yên birêz û malbata we û kesukarên we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)”
Baregeha Barzanî
26.12.2020