Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyoza Australiya yê li Iraqê Joanne Loundes kir.
Di hevdîtinê de rewşa Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Australya û Herêma Kurdistanê de hatin guftûgokirin.
Herweha guftûgo li ser geşkirina derfetên hevkarî û hevahengiyê di navbera her du alîyan de û weberhênana kompanyayên Australiyayî li Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê pîşesazîû çandiniyê de hat kirin.