Polîtîk

PAK spasiya beşdarên komxebatê dike

Spas ji hemû beşdar û amadekarên Komxebata PAKêKomxebata PAKê ya di roja 7ê Gulana 2017an li Amedê li dar ket, bi awayekî serkeftî encam da.Komxebata PAKê di meşa azadîya Kurdistanê de, bi beşdarbûna kadroyên nû jî ,di pêşde birin û xwenûkirina PAKê de, gaveke girîng bû û hêvîyên me geştir kir.Em spasîya hemû partî, dezgehên sivil, rewşenbîr, sîyasetvan, rojnamevan, hunêrmend, şexsîyet û gelê me yê bi rûmet yên beşdarî Komxebatê bûne û yên mesaj şandine dikin.Em bi taybetî spasîya xwe pêşkêşî xuşk û birayên me yên ji başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê ku beşdar bûn û mesaj şandin dikin.Ji ber ku wexta me teng bû, me mafê axaftinê bes dikarîbû bida nûnerên partîyên sîyasî. Em hêvî dikin nûnerên dezgehên sivîl û kesayetîyên ku beşdarî civînê bûne dê me ji ber vê yekê xweş bibînin.Ew kes û alîyên ku me nekarîbû vexwendinameyê bigihînin ber destê wan an jî yên bi derengî gihîştibe destê wan em lêborînê ji wan dixwazin.Herweha ji ber her kêmayîyeke me ya teknîkî em lêborînê ji alîyên peywendîdar dixwazin.Spasî û pîrozbahîya hemû rêveber, endam û alîgirên PAKê dikim ku ev Komxebata serkeftî li dar xistin.Li gel rêz û silavên xwe09.05.2017Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button