Civak

Çekdarên PYDê Serokê Komela Kurdî – Kazixistanî girtin

Asayişa Kobanê Serokê Komela “Hêvî” ya dostaniyê ya Kurdî – Kazixistanî Dr. Mihemed Ehmed Berazî li Kobanê binçav kir.Aras Berazî ku biraziyê Dr. Mihemed Ehmed Berazî ye ji K24ê re ragihand, mamê wî Dr. Mihemed Ehmed Berazî li welatê Kazixistanê dimîne û Serokê Komela “Hêvî” ya dostaniyê ya Kurdî – Kazixistanî ye û di serdanekê de li bajarê Kobanê bû.Aras Berazî da zanîn jî, şeva borî Dr. Mihemed Ehmed Berazî li Kobanê li mala mamê xwe bû. Asayişa Kobanê bi ser malê de girtin û ew binçav kirin. Bêyî ku serdema binçavkirina wî were diyarkirin.Dr. Mihemed Ehmed Berazî Serokê Komela “Hêvî” ya dostaniyê ya Kurdî – Kazixistanî ye û ji 5 salan ve ev yekem serdana wî bo bajarê Kobanê ye. 

Back to top button