PAK doza azadkirina girtiyên HDPê dike!

PAK di derbarê girtina hinek berpirs û endamên HDPê di vê dawîyê de daxûyaniyek derêxist. PAK didexûyakirin ku, divê girtinên bê hiquqî bêne sekinandin.

Daxûyaniya PAKê:

Rêvebir û endamên HDPyê yên hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan

Desthilatdarîya ku li ser şirîkatîya AKP û MHPyê hatîye ava kirin, di kiryarên xwe yên bêhiqûqîyê û yên keyfîyetê de  berdewam in.Em her roj dibin şahidê bi  dehan kiryarên bi vî rengî.

Nuha jî bi dehan rêvebir û endamên HDPyê bi hinek îthamên ku  jiber bûyerên 6 sal berê hatine binçav kirin.

Partîya me ji damezrandina  xwe ve heta îro, her li dijî şîdet û tûnd û tûjîyê derketîye û her mafê azadîya fikir, xebat û sîyaseta ku ji şîdet û tûnd û tûjîyê dûr e parastîye.

Bi vê hişmendîyê em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, dev ji binpê kirinên bêhiqûqî yên di derbarê  mafê azadîya ramanî û azadîya xebata sîyasî û rêxistinî berde; dev ji van binçav kirin û girtin û hefs kirinan berde. Dewleta Tirkîyeyê divê li gorî hiqûqa nevnetewî tevbigere, ku Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê jî hiqûqa nevnetewî wek merciîyeteke li ser xwe qebûl kirîye. Ev kiryarên bêhiqûqi divê bidawî bên.

Rêvebir û endamên HDPyê yênku bi awayekî bêhiqûqî  hatine binçav kirin divê serbest bêne berdan.

28.09.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: