Cîhan

Özgür Özel: Kurd ne tenê DEM Partine…

CHP di 64emîn mîtînga xwe ya “Rawestandina ji bo Îradeya Neteweyî” ya li Esenyurt a Stanbulê de bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da. Serokê CHPê Özel di derbarê Partiya DEM û hilbijêrên Kurd de daxuyaniyên balkêş da.

Ozel got: “Prof. Dr. Ahmet Özer zanyarek e ku jiyana xwe ji bo biratiya Tirk-Kurd terxan kiriye. Ji vê derê, me dengê Hevpeymaniya Esenyurt li Tirkiyeyê gihand û nîşan da ku biratî dikare bi ser bikeve. We Esenyurt bi ji sedî 51ê dengan radestî Ahmet Özer kir. Di 209 rojan de, Özer, navendeke lênêrîna rojane vekir, piştgiriya perwerdehiyê da 600 xwendekaran kir, xizmetên dersê da 3,000 xwendekaran, tamîrkirina 23 dibistanan girt ser xwe, 100,000 ton asfalt danî û pirsgirêkên zonkirinê li Kıraç û Herêma Pîşesaziyê çareser kir. Ew karîbû beşdarî 3 ji 5 festîvalên ku wî plan kiribû bibe. Ew bi hinceta ‘piştgiriya terorê’ hat girtin. Lihevhatina bajaran (Li hevhatina navbera CHPê û DEMê) wekî sûc hate hesibandin.”

Özel berdewamiya axvtina xwe de got: “Dengên Kurdên ku hêza wan tune ku li Rojava şaredariyan bi dest bixin hatin wergirtin û derfet hat dayîn ku werin temsîlkirin. Ew dibêjin, ‘We temsîlek da Kurdan lê Kurda ev yek heq nedikar. Ger ev sûc be, ez sûcdar im. DEM partiyek e ku xwedî siyaseta xwe û siyasetmedarên rêzdar e. Lê Kurd ne tenê DEM in, û DEM ne tenê Kurd e.”

Back to top button