Osman: Divê NY dest bavêje pirsa avakirina hukumeta Iraqê
Endamê encûmena nûnerên Iraqê Mehmûd Osman ê ku ser bi hevpeymanîya fraksiyonên Kurdistanî ve ye ji ajansa Aswataliraq re ragihand, ku dê kombûna konseya asayişa nadewletî bi taybetî li ser gengeşekirina rewşa Iraqê, çalakîyên nûnerê sekreterê giştîyê NY yê li Iraqê, li pêşkevtina rewşa Iraqê û nemana Iraqê li jêr benda heftem be.
Mehmûd Osman weha jî got, ku dibe konseya asayişa navdewletî biryarekê ji bo hevkarîkirina Iraqê û çareserkirina problema pêkanîna hukûmetê bide.
Mehmûd Osman weha jî got, ku NY deshilatdarî li Iraqê heye û dikare hevkarîya rewşa Iraqê bike.
Mehmûd Osman weha jî da zanîn, ku NY bi awayekî fermî beşdarî di qanûna hilbijartinan û hejmarkirin û cudakirina dengan de kir û dibe NY di evê pirsa han jî de rol bibîne.
Hêjayê gotinê ye, ku dê roja 4-ê meha bê konseya asayişa navdewletî kombûnekê di derbarê gengeşekirina rewşa Iraqê, çalakîyên nûnerê sekreterê giştîyê NY yê li Iraqê, li pêşkevtina rewşa Iraqê û nemana Iraqê li jêr benda heftem de saz bike.