Jiyana Hemzeyê Muksî
Kitêba bi navê: Eski Said’in Ehemiyetli Talebesi:HAMZA (Şagirdê girîng yê Seîdê Berê, Hemze.) Ji hêla vekolîner Veysel Aydenîz ve hatiye nivîsandin.
Hemzeyê Muksî di demên pêşî de yek ji şakirdên herî muhîm yê Seîdê Nûrsî ye ku li medresa Horhorê ya li Wanê ders jê girtiye û cara pêşîn tefsîra wî ya bi navê Îşaratul îcaz weşandiye.
Jiyana Hemzeyê Muksî ya bi macera û germ di kitêbê de bi berfirehî cih digire. Çend meqaleyên Hemze jî di vê kitêbê de cih digrin.
Hemzeyê Muksî di dîroka kurdan ya siyasî û nêz de şexsiyetekî berbiçav û xwedî cihekî muhîm e. Ew di xebatên wekî avakirina Kurdistan Tealî Cemiyetî û di avakirina Xoybûnê de jî roleke aktîf dileyize.
Di dîroka weşangeriya kurdî de ciheke mustesna ji bo Hemze heye. Mem û Zîn li Tirkiyê cara pêşî ji hêla Hemzeyê Muksî ve hatiye weşandin.
Wekî din kovara Jînê ya navdar 20 jimarên pêşî di bin îdareya Hemzeyê Muksî de weşiyaye. Wekî ku tête zanîn ev kovar di salên 1918-1919an de 25 jimar weşiyaye.
Rûpel: 152
Nivîskar: Veysel Aydeniz
Weşanxane: Kent Işıkları
ISBN: 978-9944-360-64-7