Polîtîk

"Mamustayê Zer" ne bi tenêye

Îsmail Beşîkçî îro cardin ji bo nivîsek ya di derbarê pirsa kurd de li Stanbulê derdikevê himberê Dadgehê. Ji bo Beşikçî Dadgehkirin ne tiştek nûye. Wî beşek  temenê xwe ji  bo nivîsên, xwe ji bo dîtinên xwe di derbarê pirsa kurd de, di zindanan de derbas kiriye.Mamusta  Beşîkçî 17 sala di zindanan de maye lê Beşikçî tu caran destê xwe ji pênûsa xwe dûr nekiriye, sere xwe ji kesekî re netewandiye.

Her demî bîr û baweriyên xwe nivîsandine û li himber dadgehan ew parastine.
Îro cardin wek gelek caran Beşikçî li Dadgehêye, dive Beşikçî ne tenê be, dive kurd girsehî lê xwedî derkevin. Gelek caran kurd ji bo hinek tiştên bê mana dadikevin kolanan , îro ji bo helwesta kurdan mîlade ke, dive Beşikçî li Dadgehê ne tine be. Fi kesayeta Beşikçî de gelek tê dadgehkirin.

Back to top button