Polîtîk
Divê heta 4-ê tebaxê hukumeta Iraqê bê avakirin
Endamê Îtilafa Niştimanîya Iraqî Sebah Saidî di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku heger alîyên siyasî heta roja 4-ê meha bê di derbarê pirsa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de negihêjin rêkevtinê, dê konseya asayişa navdewletî li gora benda heftem a NY hukûmeta Iraqê pêk bîne.
Sebah Saidî weha jî got, ku ji ber alîyên siyasîyên Iraqê dê carek din Iraq ji alîyê siyasî û aborî ve bikeve jêr kontrola navdewletî.
Hêjayê gotinê ye, ku dê roja 4-ê meha bê konseya asayişa navdewletî kombûnekê di derbarê li pêşkevtinên vê dawîyê yên rewşa siyasî û asayişa Iraqê û cî bi cîkirina biryarên navdewletî de saz bike.