Polîtîk

Pêwendiyên Kurdistan û Misir pêş dikevin

Li hevdîtinê de ku birêz Sînan Çelebî Wezîrê Pîşesazî û Bazirganî, Kameran Ehmed Ebdulla Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê amade bûn, behsa rewşa siyasî û asayîşa Iraq û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî kirin. Cîgirê Wezîrê Veberhênanê li gel gihandina silavên Wezîrê Veberhênana Misrî bi Serok Barzanî, ragihand ku ev serdan piştî wê serdana serkeftiya Serok Barzanî tê ku Qahîre li gel birêz Mihemed Husnî Mubarek Serok Komarê Misir kombû û biryar hate dayîn ku pêwendiyên di navbera her du aliyan pêş bikevê û Misir ku pêgehekî Erebî ya bi hêz li navçeyê da heye, li ruyê siyasî ve Konsolgeriya xwe li Herêmê veke û li rûyê veberhênanê jî Misir û veberhênerên dû kargehên çîmento û şekir dirust bikin û her wiha gundekî Fîraunî Misrî û havîngehek û damezrandina pêşangahekî herdemiya berhem û pîşesaziyên Misrî û borseyek ji bo projeyên biçuk û navendiyan û kargehekî derman û mezintirîn benderê hişkayî û vekirina xulên rahênanê ji bo kadîrê Kurdistaniyan pêktê.

Cîgirê Wezîrê Derveyê Misir jî li gel gihandina silavên Wezîrê Derveyê Misir bi Serok Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û ragihand ku ev şanda li gel bi biryarekî siyasiya Serok Komarê Misir serdana Kurdistanê dike û her li ser raspartina birêz jî şand li vê serdanê da guftugoya vekirina Konsolxaneya Giştî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dike û li vî warî de ji bo Konsolxaneyê daxwaza terxan kirina perçe zeviyekî kir.

Serok Barzanî bi xêr hatina şandê kir û tekîd li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera welatê Misir û Herêma Kurdistanê kir û sûdwergirtina li şarezayiya Misir di warê binyadnana jêrxana Herêma Kurdistanê kir û amadehiya Herêmê jî ji bo pêşkêşkirina hemû asankariyekî pêwîst ji bo beşdarkirina kompanyayên vî welatî û veberhênerên wan dûpatkir û xweşhaliya xwe jî bi vekirina Konsolxaneya Giştî ya welatê Misir li Herêma Kurdistanê da derbirî û li vî warî de ji bo vê destpêşxeriyê spasî birêz Mihemed Husnî Mubarek Serok Komarê Misir kir û ragihand ku pêwendiya di navbera Misir û Kurd pêwendiyekî dîrokiye, yekem Radyoya Kurdî li derveyê Iraq li Qahîre dest bi weşana xwe kir û yekem rojnameya Kurdî jî her li Qahîre dest bi weşana xwe kiriye û dema Barzanî yê Nemir jî piştî şoreşa 14 ê temmuz berî ku vegerê Iraqê serdana Misir kir û li gel Serok Komarê wê demê rehmetî Cemal Ebdulnasir kombû û Zanîngeha Ezher jî herdem jî helqeya pêwendiya di navbera Kurd û Misriyan bûye. Ji bo wê yekê Misir pêgehekî taybetî ya xwe li cem gelê Kurdistanê de heye û min li serdana xwe ya Qahîre jî hest bi wê yekê kir ku gelê Misir bi heman awayî evîniyeke mezin bi taybetî jî Serok Komar ji bo gelê Kurdistanê heye.

Her wiha li dawiya civînê de Serok Barzanî rênuwênî da aliyê pêwendîdaran bi terxankirina perçe zeviyek ji bo dirustkirina Konsolxane û her wiha bi cîh bi cîh kirina wan projeyên ku şand pêşniyara cîh bi cîh kirinê kiribû.

Back to top button