Helwestek ne bi encama îradeyek azad be,dibe destpêka çewtiyê ..
Helwest li gora çi tê kifşkirin. Yan jî dema mirov helwestekî kifşdike pîvan çine? Bê goman pîvanên helwesta li gora kesan û li gora mercên ku mirov di tê de dijî tên guhertin.Carna hinek pîvanên siyasî,civakî û carna jî hinek berjewendiyên kesayetî dibe pîvan ji bo helwestekî. Dema mirovek yan jî rêxistinek di derbarê bûyerekî de helwesta xwe dide kifşkirin, di raya giştî de jî ew helwest li gora hinek pîvanan tê nirxandin. Ji bo vê yekê gengeşekirina helwesta û sedemên wê gelekî pirsek tevlîheve.
Herweha piraniya caran helwest kesayeta mirovan jî dide diyarkirin. Istiqrar, kesayet û heta ehtubaran kesan di civatê de li gora helwestên wan yên rojane di jiyanê de têne kifşkirin. Helwest her demî ne azad e, gelek caran bi awayekî bûyerek yan jî kesayetek bandore xwe dikare li ser helwesta mirov bike. Hinek helwest hene ku bi çav korî tên girtin. Mirov bi xwe tu awayî ne xwedî helwesta xwe bi xweye, ji ber ku ew helwest ne bi encama îradeyek azad hatiye girtin.
Dema mirov endamê rêxistinekî be û ew rêxistin di derbarê bûyerekî de helwestekî siyasî bistîne role kesayetê li vê derê jî derdikeve hole. Eger helwesta kesê endamê rêxistinê li gel rêxistinê negunce, ew kes divê raya xwe bide kifşkirin û kemasî di derbarê bûyerê de fikra xwe bije, lê di encam de tevlî helwesta rêxistinê dibe. Gelek caran rêxistin helwestek li gora hinek endamên xwe ne rast digire. Endam, vê ne baş dibîne lê rexne nake . Heta gelek caran di jiyana me ya rojane de em dibînin ku, endamê rêxistinekî wek rêxistina xwe nafikire û wê di hinek civatên teng de rexne dike , dijê wê derdikeve, lê di civatek din de bi germî helwesta rêxistinê diparêze. Başe eger tiştek mirov lê ne bawerbe çewe mirov dikarê bi germî biparêze. Ev yek rasterast kesayeta insane ve girêdaye.
Di demokrasiya de helwest li gora piraniyê tê kifşkirin. Lê demek dirêj bûyer tê gengeşekirin, zemînek berfireh yê gengeşê tê amade kirin. Di encam de dema biryar bête dayîn piranî dîtina xwe kifş dike û ew dîtina piraniyê dibe helwest. Lê kesek nabe mehkumê vê helwestê.
Ji xwe di rêxistinekî de ew xeta ku di navbera demokrasiyê û diktatoriyê de gelekî zîz e. Dema ev zîzbûn neyê dîtin xetara diktatorbûnê gelektire. Rêxistinên kurdan taybetî li Bakurê Kurdistanê ji bo ideolojiya ku ji xwere kirîbûn bingeh piranî tewezin ji demokrasiyê behtir ber bi diktatoriyê ve bû. Ji ber ku nawenda rêxistinê xwediyê biryara mutlak bû. Pêkanina wê nawendê jî çikas di warek azad de dihat pêkanîn ew jî cihê minaqeşê bû. Ev babetek bi serê xweye û divê li gora her rêxistinekî bi awayek cuda bête gengeşekirin.
Dema rêxistinek yan jî mirovek ne xwedî raya xwe ya azad be nikare tu caran bibe xwedî helwestek bi encama îradeyek azad hatibe kifşkirin. Ji ber wê jî di siyaseta rojanê çewtî li dûv çewtiyan têne kirin. Partiyek siyasî di bûyerekî de helwestekî distine û ji bo raya giştî radigihîne. Lê di demek gelek kin de bê ku, tu guhertinek siyasî yan jî civakî pêkhatibe , helwest bi awayekî bi temamî dijê helwesta berê tê guhertin, lê kesek vê yekê muhasebe nake, “duh ew bû niha jî eve“ sibe dikare tiştek din be. Dema hinek ji ber hemiyan ve bifikirn û helwesta kesekî ya hemiyan be, ev çewtiyên rojane di tevgera kurd dê tên jiyandin ne gelekî xerîbe.
Tevgera kurd hewceyî insanên xwedî kesayete. Insanek bi kesayet û xwedî rûmet rê nade ku tu caran û tu mercekî de kesek din ji ber wî ve bifikire û helwesta wî ji derê îrada wî kifş bike. Ji bo vê îrada azad, mejiyek azad, kesayetek azad ji bo serkeftina tevgera kurd pêwistiyeke.
28.07.2010
Dara Bilek